Netanyahu careke din gef li Lubnanê xwar: Em ê li her devera pêwîst li Hîzbûllahê bixin

Serokwezîrê Îsraîlê Binaymin Netanyahu piştî êrişên kujer ên li ser Lubnanê careke din gef xwar û got, li her devera pêwîst wê li Hîzbûllahê bixin.

Îsraîlê li gel agirbesta bi Îranê re jî êrişên giran bir ser Lubnanê. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu piştî êrişa roja Çarşemê ku bi sedan kes hatin kuştin, careke din gef xwar û diyar kir ku "Li her devera pêwîst bike" wê li Hîzbûllahê bixin.

Netanyahu li ser platforma medya dîjîtal X'ê parvekirinek kir û got, "Em li dijî Hîzbûllahê êrişên xwe yên xurt, hesas û bi biryar dewam dikin."

Serokwezîrê Îsraîlê got, "Peyama me zelal e: Wê li her kesên ku êrişî sivîlên Îsraîlî dikin bê xistin. Heta ewlehiya yên li bakur bi temamî pêk were, wê li her devera pêwîst dike li Hîzbûllahê bê xistin."

Di vê navberê de bîlançoya êrişên berfireh ên hewayî yên Îsraîlê yên doh bi şev ên li gelek herêmên Lubnanê, Beyrûd û derdora wê giran dibe.

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Rakan Nasreddîn anî ziman ku heta niha 203 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî hezar kes birîndar bûn.

Lê belê bîlançoya ku Parastina Sivîl parve kir hîn giran e. Parastina Sivîl diyar kir ku 254 kes mirin, 1.165 kes jî birîndar bûn.